Komîta kurdî ya mafên mirovan
Bi kurtî: Rasid
Logo:Mûmeke tê wateya karê xwe bexiş ku bi 3 zimanan tê dorpêçkirin, zimanê kurdî, erebî û îngilîzî. Zimanê îngilîzî zimanekî Cîhanî ye, piraniya biyaniyan pê diaxivin. Zimanê erebî , zimanê ku piranîya welatîyên pê diaxivin û bi kar tînin. Zimanê kurdî , zimanê netewa duyeme ku pê diaxivin û bi kar tînin.
Pênase: Komeleke aştiyane, demokratîk, sivîl û ragihandî ye ku li tu desthilatdariyeke siyasî na gerê û tu armanc û mebestên partiyane jê nînin, tenê di çarçoveya mafên mirovan û wê ya bingehîn û karê wê li ser belavkirina çanda mafên mirovan û çavdêriya binpêkirinan ku jê ziyanan dibîne.
Damezrandin: Piştî komîtê komcivîneke berfireh sala 2006an li Qamişlo bi amadebûna bêtir ji 50 nûnerî ji hemî parêzgehên Sûriyê yên cur bi cur li bajarê Qamişlo rêkeftî 8.3.2006an hat ragihandin.
Armanc: Parastina mafê mirov û azadiya wî ya bingehîn bi belavkirina çanda mafê mirovan , naskirina wan bi jîngeha wan bi cî bi cî kirina wan di çanda me ya herêmî de.
1.Karkirin: Kar ji bo guncandin ( hevaheng kirina) destûr û yasayên Sûriyê bi peyman û belgeyên navdewletî re yên taybet bi mafên mirovan û rakirina hemî bendên yasayî û destûrî yên ku ne guncaw bi wan peyman û belgeyan re.
2.Pesendkirin ( tekezkirin) a destûrî bi pirneteweyî, olî, mezhebî, û siyasî li ser pirensîpa wekheviya welatiyan di hemû maf û erkan de ji bo ku Sûriye ya hemû Sûriyan be û hemî pêkhateyan li xwe digire.
3.Girentiya wekheviyê di navbera herdû regezan (zayendan) de pejiran din.
Afretê (jinê) bê kêm û kurî bi mafên mirovan û sazkirina guhertinên yasayî yên pêwîst, û rakirina hemî yasayên sixt û dijwar dijî afretê , û rakirina hemî şêweyên zordarîya civakî li ser mafên wê , û rêzgirtin ji mafê zarokan re , û nehîştin a tund û tujiye li ser wan (zarokan) , her weha Rêgirtina li ber karkirina wan.
Fêrkirin û perwerde kirina wan (zarokan), li ser çanda mafên mirovan, û derbas kirina vê çandê di bernameya perwerdehiyê de; nemaze peyman a taybet bi mafê zarokê.
- Rawestandina kar bi yasayê awarte û nehêlana rewşa awarte û sizayên nerêtî , û rakirina Dadgehên awarte nemaze dadgeha asayîşa dewletê ya bale ( bilind), û serbest kirina hemî girtiyên siyasî, û boçûnê (bîrdozî) , û vekirina doseya windabûyan, û diyarkirina çarenivîsa wan , û qerebokirina malbatên wan .
- vegerandina hemwelatîbûnê ji bo kurdên ku li gorî serjimêrî ya sala 1962an jiwan hatî standin , û rakirina bandorên tund yên vê bê pirbûnê di riya qerebokirina Adîlane, û vegerandina mafên kesên ku jiber sedemên siyasî ji mafên sivîl hatine dûrkirin , û qerebokirina wan ji vê bêpar kirin ê.
- Derhênana yasayekî nûjen jibo partî û komeleyên aştiyane, Actîvkirna saziyên civaka sivîl , û derhênana yasayek nû jibo çapemeniyan ku azadiya Raman û Derbirînê gerentî dike ( demam), û bi şoreşa pêzanînê re di meşe ( yiwakib)
7.Rakirina hemî cure çewsandina,siyasî, Netewî, Olî, û garantî kirina (Deman) Azadiya baweriya Olî misoger bikin û siyaseta cuda kariya (Temyîz)Netewî ya dijî gelê kurd, rawestandina û rakirina bandorên vê cudakariyê û vegerandina stmekariyan ji bo gelê wê yên zîyan dîtî û pesendkirin a mafên dîmuqratî û neteweyî ya vî gelî li gorî peyman û belgeyên navdewletî di çarçoveya(Îtar)yekîtiya niştimanî de.
Lê veger (Al-mercehiya)
Komîtê di Lê veger a xwede li ser peyman û belgeyên navdewletî yên mafên mirovan de xwe dibîne,her weha bi awayekî xwezayî pêşekî bingehîne ji tevgera cîhanî ya mafên, û wê bi arîkarî û hemahengiyê bi hemî rêxistinên ku di vî warî de kar dikin çi li ser asta herêmî, çi navçeyî,û çi nav dewletî, ji bo garantiya rêzgirtina mafên mirovan, û nirxandina wan mafan, her wiha rê girtin li ber her êrîşeke ku tê ser azadiya wanî bingehîn e kelemperî, û taybet
Pêk hateyên komîteyê
Civata giştî:
Ew lêveger û desthilata bilind a komîteyêye ,siyaseta wê xêz dike ,her weha pilanên stratejî di datîne, çavdêriya cîbicîkirina wê dik,Çav Dêrika karê desteya rêveber dike.
Ji erkê lêvegerêye (Desthilatê) tevahî heya ku civa rêveberiya berpirsiyar bike.
Her du salan carekê civata xwe li dar dixe,pilanên berê gotûbêj dike,pilanên nuh(nû)dest nîşan dike,desteya rêveber ya nuh (nû)di hilbijêre ,erkê desteya rêveber diyar dike
Desteya Rêveber:
Desteya rêveber ji layê komel geha giştî ve bi dengdana nehênî (veşartî) tê hilbijartin.
Hijmara endamên wê ji 7-9 kesan e, stratejiya giştî ya ku ji layê komel geha giştî ve hatî diyar kirin cîbecî dike,her weha Seroke kî jêre di hilbijêre. û Ofîs û komîteyan saz dike (ava dike) û çavdêriya wan dike ji mafê wê yê ku xwe nûjen bike bi guhertina endamin e Kevin bi endamine nuh(nû).
Heger pêwîst be an jî ji ber sedemên zor destî û derfet nebe komel geha giştî were li darxistin ew ber pirsîyarîyê xwe li pêşiya komel geha giştî de di kom civîna yekem de radigihîne.
Serokê desteya rêveber:
Serok ê desteya rêveber ji layê desteya rêveber ve ji bo heyamê du/2/salan tê hilbijartin.
Ji erkê desteya rêveber e wî(serok)bi guhere yan jî destê wî ji kar bi kişîne heger jê were xwestin,û daxuyaniyên binavê desteya rêveber ragehîne, her weha ji mafê wî ye(serok ê desteyê)ku nûneratîya û di hevdîtinên fermî de li civatên nav dewletî de amade be.
Komîta yasayî:
Karê vê komîtê şopandina dozên (qedaye)yasayî, û destûrî lê gel pêşkêş kirin a raport û lêkolînan, li ser binemayên destûrî û yasayî.
Berhev kirina tîmeke ji parêzerên Xwe bexiş ji derve û hundir ji po dosiyên girtî û kesên bi darê zorê hatine windakirin
Komîta endametiyê:
Komîteya endametiyê : ji erkê vê komîteyê ye rêxistina karê kesên di nav komîteyê de be , û şopandina pirsgirêkên rêxistinî,û darayî yên di komîtê de,her weha hemahengî le gel hevrêziyê bi Komîteya yasayî re û bi danîna rêzik nameya darayî, û bûdceya (Mîzaniya)Ektîv kirina komîtê.
Ofîsa Ragihadinê:
Çav dêriya mal pera komîtê û medya civakî(soşyal medya)dike ,û brdevkê medyayê bi navê xwe di hilbijêre.
Ofîsa jinan û Zarokaniyê:
Karê vê Ofîs ê şopandina kêşe û pirsgirêkên jin û zaroktiyê ye,û danîna plan ú lêkolînan li ser rewşa wan ( jinan û zarokatiyê)bi amade kirina simînaran li ser mafên jin û zarokan,û li ser piştgiriya kêşeyên afretan (jinan)di xebite,ne pêwîst û merce ku endamên Ofîs ê bi tenê afret (jin )bin.
Ofîsa peywendîyan:
Ji karên vê Ofîsê ye ku têkel bûn û girêdanan bi rêxistinên ku kar di heman warî de dikin, û peywendiyan bi rêxistinên nav dewletî û herêmî re dike, dest nîşan kirin yekî ji endamên Ofîs ê we ku hemahing bi yên ku li derve cî digrin re bike ji bo evsan(hesanî)kirina peywendîyan bi saziyên nav dewletî re .
Civata giştî ya duyemîn:
Komîteya kurdî ya mafên mirovan civata xwe ya duyem sala 2010an li bajarê kobanî li dar xist ,guhertin di Rêziknameya nav Xweda û li ser bernameya komîtê de hatine kirin.
Rasid weke kurtayiya navê komîtê hate hilbijartin û pesend kirin.
Li dawiya civat ê navê endamên komîta rêveber bi vî şêweyê li jêr hate ragehandin .
Ew jî evin:
1-Parêzer Redîf Mistefa Mihemed.2-Parêzer Ridwan Sîdo 3- Parêzer Mistefa Mihemed 4-Parêzer Silêman Îsma,îl 5- Evîn Mehmûd 6-Mamosta Ednan Mihemed 7-Ciwan Yûsif 8-Parêzer Îsa Xelîl 9- Celabî Hisî 10-Mamoste Selah Beyro 11- Mamoste Hervîn Osê 12- Parêze Mes,ûd Kaso
Li dawiya kom civînê parêzer Redîf Mistefa dû bare weke serokê komîtê rêveber hate hilbijartin.
Civata giştî ya sêyemîn:
Ji ber rewşa awarte ya ku sûriya wêran kirî komîtê nikarî civîneke fîzîkî li dar bixe ,û ji ber vê yekê dest bi li darxistina civîneke bîneran/vîdyowî/kir ,û hîn guhertin kirin mîna :Damezrandina Ofîsa peywendîyan û hate pesend kirin,her weha desteyeke rêveber ku ji van rêzdaran pêktê hate hilbijartin:
1-Parêzer Mesûd kaso
2- Parêzer Evîn Mehmûd
3 – Parêzer Ridwan Sîdo
4_ mamosta Ciwan Yûsif
5- Mamoste Selah Beyro
6- mamosta Celabî Hisî
7- Mamosta Ednan Mihemed
8- Parêzer Silêman isma,îl weke serokê komîta rêveber hate hilbijartin.
Karên ku komîtê bi cih anîn:
# Komîteyê sê raporên salane (kaxezî)derxistin:
1-Raporek li ser rewşa mafên mirovan li Sûrîyê li sala 2007an de
2- Raporek li ser rewşa mafên mirovan li Sûrîyê li sala 2008an de
3- Raporteke Taybet bi zimanê kurdî dibin navê binpêkirina azadî û êş û azarên kesên ku rêgezên wan li sala 2009 an ji wan hatine kişan din.
4- Komîtê di sala 2009’an de dosyayek taybet derbarê girtiyan bi wêneyên belge kirî derxist،her weha Komîteyê di çarçoveya plana xwe ya stratejîk de, di navbera salên 2009-2010an de, raporên mehane, ku hin ji wan wergerandine zimanê Îngilîzî,mebest jê ew ku
hemwelatî û saziyên navdewlî û herêmî agedar wêneyên binpêkirinên ku diqewimin bêyî ku li benda dawiya salê bimînin
Hevkarî:
Di berfirehkirina dorhêla hevkariyê bi rêxistinên mafên mirovan û sivîl re li Sûriya,Komîteyê beşdarî bi destxistina komek ji hevbendî, û deste û hevkariyên bi rêxistinên xwecihî û nav dewletî re bû mîna : Platforma Sûriyê ya Rêxistinên Sivîl- ne fermî-li Sala 2009an.
–Di sala 2009an de tevlî Hemahengî (koalîsyona) nav dewletî bû ji bo şopandina (darizandina )sûcdarên şer ICAOS.
-Di sala 2014an de beşdarî serkeftina Federasyona Rêxistin û Desteyên (saziyên)mafên mirovan a Sûrî bû,her wiha di sala 2017an de tevlî Tora Jinên Sûriyê dibe.
–Komîta Kurdî ya Mafên Mirov (El-Rasid) û ji sala 2008an ve endamê Bernameya Hevkariyê ya Neteweyên Yekbûyî û beşdarê herdemî di foruma(Dîdara)salane ya taybet bi mafên kêm neteweyan de ye.
–Komîteya Kurdî ji bo Mafên Mirov -çavdêr -/ Rasid/ji sala 2014an ve bi hevkarî li gel komek ji (7) t.rêxistinên mafên mirovan yên Sûriya re kar dike.
-Komîteya Kurdî ji bo Mafên Mirov / çavdêr / ji sala 2014an ve bi hevkarî ligel komek ji 7 rêxistinên mafên mirovan ên Sûriyê di belgekirina qurbaniyên binpêkirina mafên mirovan de ji aliyên nerêk/muxtelif/ yên milmilane (Al-sîrah) li Sûriya dike,li heman dem de
Daneyên pêşniyarkirî bi pê zanînan ve komît e li xwe digire.
Dosyayên vekirî yên ku komît di vê qonaxê de ku li ser kar dike:
1- Dosya girtiyên sûrî û windayên bi darê zorê ji layên rayedarên Tirkiyê ve.
2- Dosya binpêkirin û koçkirina bi darê zorê ya kurd neşînên Efrînê yên resen ji encamê dagirkeriya Tirkiyê
3- Dosya binpêkirin û koçkirina bi darê zorê ya ku niştecihên Serê kaniyê, û Til Abyad tûşî dibin li wan herêmên ku bi navê Operasyona Kaniya Aştiyê têne binav kirin.
4- Dosyaya wan kesên ku di kirîza Sûriyê de herî zêde ziyan dîtin nemaze zarok û afret(jin)