Wêstgeha Avê ya Elûkê

Wêstgeha avê ya Elûkê ket bin kontrola Tirkiyê, piştî êrîşa leşkerî ya Tirkiyê di sala 2019an de bo ser bakurê rojhilatê Sûriyê. Ji wê demê ve, niştecihên li herêma di bin destê Kurdan de rastî astengiyên demdirêj a peydakirina avê bûne, ji ber ku Tirkiyê di bikarxistina wêstgeha bi karîna temam serneketiye, û Rêveberiya Xweser jî ya bi serkêşiya Kurdan elektrîka pêwîst ji bo bikarixtsina wêstgehê ragirtiye.

Nebûna ava ewledar û têr ji bo vexwarin, xwarinçêkirinê û paqijiyê hiştiye ku mirov berê xwe bidin çavkaniyên avê yên ne ewle, vê yekê jî kir ku metirsiyên tenduristiyê yên bi riya avê tên belavkirin wekî Kolera zêde bibe.

Lêkolînerên Human Rights Watch di Gulana 2023an de serdana parêzgeha Hesekê kirin û bi berpirsên rêveberiya xweser a bi serkêşiya Kurdan, endezyarên Sûrî, xebatkarên alîkariyê û pisporên avê re civiyan. Lêkolîner herweha bi niştecihên bajarê Hesekê û derbiderên Sûrî di xanî, kamp û stargehên taybet de re civiya. Wan herweha serdana wêstgeha paqijkirina avê ya El-Himme kirin û bîrên ku ji hêla desthilatdarên xwecihî û xwediyên kamyonên taybet ve têne bikaranîn ji bo derxistina avê wekî tedbîrek awarte, dîtin.

Human Rights Watch di Êlonê de ji Neteweyên Yekbûyî re nivîsî, ku bersivên berfireh dan, û ji rayedarên Tirk re jî nivîsî, ku bersiv dan û gotin ku biştguhxistina jêrxana avê ji aliyê saziyan ve li Sûriyê û qutkirina elektrîkê ji aliyê desthilatdarên bi serkêşiya Kurdan ve bû sedem ku wêstgeha Elûk bi karîna kêm kar bike.

Neteweyên Yekbûyî, pisporên avê, xebatkarên alîkariyê, û nûnerên rêveberiya xweser gotin ku wêstgeha Elûk li herêma ji aliyê Tirkiyeyê ve – dema ku bi karîna herî baş kar bike – bijardeya demdirêj a tekane ye ji bo misogerkirina bidestxistina ava vexwarinê bo bajarê Hesekê, yê di destê Kurdan de û derdora wî.

Wêstgeha Elûkê 34 bîr û 12 pompeyan dihewîne, ji vana divê herî kêm 6 pompe di heman demê bixebitin da ava vexwarinê ya pêwîst pompe bikin, lê li gorî çavkaniyên Neteweyên Yekbûyî û desthilata xwecihî û pisporan, rayedarên Tirk carinan tenê ji 2 heta 4 pompeyan di heman demê de didin bikarxistin.

Di encamê de, herikîna avê bi navber e û têra pêwîstiya niştecihan nake, ku gelek ji wan berê rastî zehmetiyên mezin tên. Di nav wan de bi sed hezar mirovên derbider ku bi piraniya wan li kamp û stargehên demkî dijîn, ku hin ji wan alîkariyên domdar an tê wernagirin.

Karbidestên xwecihî dan zanîn ku av ji wêstgeha Elûk a li herêma di bin dagirkeriya Tirkiyê de, bi rêya boriyeke bi dirêjahiya 67 kîlometran derbasî wêstgeha El-Himme ya li nêzî bajarê Hesekê li herêma di bin kontrola Kurdan de dibe. Dema ku wêstgeha Elûk bi awayekî herî baş kar dike, avê dide hemû taxên bajarê Hesekê yên girêdayî tora avê, ji bilî bêtirî 200 gund û bajarokên Til Temir, li gorî berpirsên avê yên xwecihî. Li gorî Neteweyên Yekbûyî, ji bo xelkên derbider jî avê dide kampên Hol, Erîşa û Roj.

Di 9ê Cotmeha 2019an de li derdora wêstgeha Elûk topbarank pêk hat, ku ziyan gihandin kablên elektrîkê, di encamê de wêstgeh bo heyama mehekê ji kar ket. Li gorî amarên saziyên hevkariyê, ji 17ê Mijdara 2019an û vir ve, wêstgeha Elûk bi qasî ji sedî 45 ji kar derketiye, û ji sedî 41ê din jî bi kêmtir ji nîva karîna xwe kar dike.

Ji bilî erîşên ku bandor li wêstgeha Elûkê kirine, Tirkiyê gelek caran av ji wêstgeha Elûkê qut kir, di nav de di sala 2020-an de di rewşa awarte ya Covid-19 de.

Elektrîka ji bo bikarxistina wêstgeha Elûkê ji aliyê wêstgeha elektrîkê ya Derbêsiyê ya di bin kontrola rêveberiya xweser de tê peydakirin. Ew 50 kîlometran dûrî Elûkê ye, wêstgeha herî nêzîk ji navçeya Serêkaniyê (Ras el-Eynê) ye, lê belê elektrîka ku digihêje Elûkê gelek caran “bi kalîteyeke xerab e yan jî têrê nake” ji bo ku wêstgeh bi têra xwe bixebite, li gorî ku pisporekî têkildar aniye zimên.

Desthilatdarên xwecihî yên li herêma di bin kontrola Kurdan de gotin ku wan elektrîka Elûkê qut kiriye ji ber nakokiyên bi rayedarên Tirk re, di nav de li ser qasê elektrîkê ku ew di berdêla avê de didin Elûkê. Herwiha domandin ku xerca elektirîkê ji aliyê rayedarên Tirk ve gelek zêdetir e ji qasê ku ji bo karkirina Elûkê hatiye veqetandin, di encamê de wêstgeha elektrîkê têk çûye.

Di bersiva xwe de ji Human Rights Watch re, rayedarên Tirkiyê rêveberiya bi serkêşiya Kurdan bi wê yekê tawanbar kirin ku elektrîkê nade herêmên Tel Ebyed û Ras al-Eyin. Di Sibata 2021an de encûmenên xwecihî yên Girê Spî (Tel Ebyed) û Serêkaniyê (Ras el-Eyinê) bi şirketa AK Energy a Tirkî re peymanek îmze kiribûn da elektrîkê ji herêmên wan re peyda bike.

Rayedarên xwecihî diyar kirin ku di Nîsana 2023an de Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya Zarokan (UNICEF) navbeynkariya navbera Tirkiyê û rêveberiya xweser kir ku di berdêla ava Elûkê de elektrîkê peyda bike, lê belê encam lihev nehatin. Hewldanên berê yên Rûsyayê ji bo navbeynkariya peymanekê gelek caran biser neketin.

NYê got ku rêkeftina ku di dawiya sala 2019an de di navbera Rûsya û Tirkiyê de hat encamdan, bû sedem ku tîmên teknîkî yên pispor ji hikûmeta Sûriyê heta Tebaxa sala 2022an bigihin Elûkê, lê ji wê demê ve, ne hikûmeta Sûriyê û ne jî desthilatên xwecihî yên bi serkêşiya Kurdan karîne ji ber nakokiyên çaresernebûyî xwe bigihînin wêstgeha Elûkê. Neteweyên Yekbûyî got ku peymankarekî taybet ê Tirk wêstgeha avê bi rê ve dibe û berpirsiyarê lênihêrîna wê ye.

NY ragihand ku, kêmbûna bê hempa ya asta avê li bendavên Tişrîn û Tebqa yên li ser çemê Firatê, ku çavkaniya herî girîng a av û elektrîkê ye ji bo bakurê rojhilatê Sûriyê û beşên din ên welat, bandor li berhemanîna elektrîkê kiriye. Ligel ku kêmbûna ava bin erdê û kêmbarîna baranê beşek ji vê sedemê ne, lê belê Tirkiyê jî herwiha bi tundî herikîna avê bo beşê çem yê di bin destê Sûriyê de ye li binê 500 metrên sêca ku di peymana sala 1987an de di navbera Tirkiye û Sûriyê de hatî destnîşankirin, sînordar kiriye. Tirkiye di bersiva xwe de ji HRW re, daketina asta ava çemê Firatê tenê bi guherîna hewayê û ziwabûnê ve girêdaye.

Ji pirsgirêkên din, li gorî pisporên avê û desthilatdarên xwecihî, praktîka çaresernekirî, lê ya berbelav, ya girêdanên neyasayî bi dirêjahiya hêlên elektrîkê yên ku ber bi wêstgeha Elûkê ve diçin û him jî girêdanên neyasayî ên hêla avê ji wêstgeha Elûkê heta wêstgeha El-Himme, hem li navçeyên di bin kontrola rêveberiya xweser û hem jî yên di bin kontrola Tirkiyê de, ew jî ji bo projeyên çandiniyê.