
Newroz cejna aştiyê û azadiyê ye.
Newroz cejna berxwedan û serxwebûn ê ye.
Newroz cejna gelê kurd û ariye.
Di van kawdanên nazik û hestiyar de ku cîhan bi giştî û Kurdistan bi taybetî têre derbas dibin û piştî bi dawî hatina zivistanê û helandina berfê li lûtkeyên çiyayan, bi hatina buharê re , gelê kurd bi coşek û moralek berz û bilind bi alaya Kurdistanê û avêtina siloganan rê û rismên cejna Newrozê li xwezaya Kurdistanê roja 21’ê avdarê bi rê ve dibin. Her wiha komên folklorî bi sema û tablo û şanoyan li xwezayek bedew , wateya vê bûneyê pîroz dikin. Hewceyî gotinê ye ku cejna Newroz ê li 21′ ê avdarê tê vejandin.
Cejna Newroz ê kevneşopiyeke dîrokiye ku vedigere berî sedsala 6’an B.Z hizretê Îsa Pêxember, lê yekem car ev bûne di sala 612 ‘ an B.Z hatiye vejandin; ya ku vedigere serdema Kawayê Hesinkar , dema ku gelê Arî ji stemkariya ezdehak ê xwînmij rizgar kir.
Rêzdaran , bê guman em ê nikaribin bi gotinek ê mafê vê bûneyê bêtir ronî bikin , lewra niha di 2635 sal derbas dibin bi ser ve .
-Em wekî komîteya mafên mirovan _ El Rasid vê hilkefta bi rûmet di roja 21’ê avdarê cejna netewî û kurdî li xort û keçên kurdan pîroz dikin