
Her sal li roja 8’ê avdarê cîhan bi tevayî vê bûnê divejînin rêzgirtin ji rola wê ya siyasî û aborî û civakî re .
Piştî li darxistina kongirê jinên dîmoqratî yê yekemîn di sala 1945’an de li Parîs ê paytexta Ferensa aheng bi vê hilkeftê têne gerandin.
Pêwstî gotinê ye ku kongirê jinên dîmoqratî li cîhanê ji rêxistinên bi ser partiyên qumonîst ve ne ev destkeft ji encama nerazîbûnên ku li welatê Emrîka rûdan û siloganên têne bilind kirin siyasîne .
Jina kurd mîna jinên li cîhan tûşî hemî cûreyên destdirêjiyên tund û eşkence û kotekî bi êş û azar, her wiha tûşî kiryarên çewt û ne rewa dûr ji yasayên nêv dewletî dibe.
Nemaze piştî “şoreşa” Sûriyayê li sala 2011’an rû bi rûyên gemaroya aborî û civakî û siyasî dibe.
Em weke komîta kurdî ya mafên mirovan li sûriya Raweng (Al Rasid) pîrozbahiya jinên cîhanê û bi taybet jina kurd dikin û em hemî kiryarên çewt û ne rewa protesto û şermezar dikin her bi vê bûnê paşerojeke geş û ronak li cîhaneke dûr ji tund û tujî li ser bunema û yasayên nêvdewletî ji wan re dixwazin.