
Komîteya Emerîkî ya îyAzadîya Dînan a Navneteweyî, hêzeke serbixwe û ji Wezareta
Karên Derve cuda ye ye, ev komîte ji îyalîyê Kongresa Emerîkî ve hatîye
damezirandin, ew desteyeke şêwirmendîyê ya hikûmetê ye û serbixwe ye, ji îyalîyê
her du îypartîyên demokrat û komarîst ve tên piştgirî dayîn, erka wê; di asta cîhanê de
îyçavdêrîya azadîya dînan e, wesayetên sîyasî yên vê desteyê bi SerekSerek, Wezîrê
Karên Derve û Kongresê ve girêdayî ne. Komîte, van wesayetan (daxwazname) ji
wîlayetên me yên qanûnî û li gorî pîvanên Rêxistina Navneteweyî ya Mafên Mirovan
û hinek belgeyên din wergirtine. Ev rapora salane, bi taybetî jî ya sala 2016ê wek
biserketinekê ye ku nûner û karmendên pispor ji destpêka vê ve salê li serê xebitîne, ji
bo ku bikaribin kiryarên li dijî axê hatine kirin bibelge bikin û daxwaznameyên
serbixwe yên Hikûmeta Emerîkayê amade bike. Rapora 2016ê tevî ku hinek dosya û
bûyerên ku di çarçoveya zemanî ya vê raporê de derbas bûbin jî ji 1ê Sebata 2015ê
heta 29ê Sebata 2016ê dixe nava xwe,.
îySûrîyê
Encamên sereke: Komên dînî li Sûrîyeyê heta radeyeke mezin ji azadîya dînî bêpar
inîydînî; ji ber kiryarên rêjîma Beşar El Esed û endamên rêkberîya çekdar û grûbên ku
ji hêla Emerîkayê ve wek terorîst binavkirî wek bi taybetî Cebhet El Nusra ya ku bi
El Qaîdeyê ve girêdayî ye û Dewleta Îslamî ya li Îraq û Şamê (DAÎŞDAÎŞ) û ji bilî
wan gelek grûbên din. Krîza Sûrîyeyê ber bi dijberîyeke komî ya berfireh ve çû.
Rêjîma Esedî, armanca xwe li dijî sivîlên Ereb ên Misilmanên Sinnî û grûbên li dijî
wî dewam dike, bi rêya topbarana bê ser û ber û dorpêçkirinê, birçîtî û bikaranîna
çekên kîmyewî. Armanca rêxistina DAÎŞDAÎŞê tunekirina rêjima Esed û
Alîgiralîgirên wî, rikberên xwe, kêmjimarên dînîdînî û çi grûbên ku li dijî idolojîya
wê ye.
Grûbên Sûrîyî û yên navdewletî, êrîşên li dijî bargehên dînîdînî û revandinên mirovan,
îykomkujîyên çi kesên ne di binê kontrola DAÎŞDAÎŞê de bin bi belge kirin. Li gorî
kiryarên komane ku di bin yên ku rêjîma Esed û endamên rêkberîya çekdar û grûbên
ji alîyê Emerîka ve wekî grûbên terorîst tên binavkirin, ji ber vê yekê, komîteya
Emerîkî ya azadîya dînîdînî ya navdewletî di raporta xwe de ya 2016ê de şîret kir ku li
gorî qanûnê azadîya dînî yê navdewletî IRFA-yê gerek e îySûrîye wekî “welatekî
xwedîçavdêrîyeke taybet” bê binavkirinîydînî, wekî ku komîte di sala 2014ê de şîret
kiribû.
Pişt Perdeyê
Rêjima zordarîyê ya malbata Esed a ku bêtirî 40 salan dewam kir,sedemek bû ku
mercên sîyasî yên şerê niha bê afirandin, ku keysê neda îyrêkberîya sîyasî di bin
desthilatdarîya hem ji Hafiz Esed û hem Beşar El Esed. Ji îyalîyekî din ve destûr da
hêzên îyewlekarîya Sûrîyeyê ku derheqê mafên mirovan de binpêkirinên hovane pêk
bînin û çi kesê ku li Hikûmetê rexne digirin. Hafiz El Esed di sala 1970 xwe wekî
serekê welêt da xuyakirin ê, ew ji mezhebê Elewî yê ji alîyê Şî’eyê ye, û ji bo ku
hemû civata Sûrîyeyê tevî bixe bin kontrola xwe, çeperên giring di hikûmetê de û
artêş û hem hêzên îyewlekarîyê xiste bin kontrola Elewîyan. Lê zordestî danî ser
rêkberîya sîyasî ya ji Erebên Sunnî ku temsîla piranîya miletê ne. Piştî mirina Hafiz El
Esed, Beşar El Esed bû serekê Sûrîyeyê, hêvîyên miletê ji Beşar el Esedî pir hebûn
Esedku ew bibe destpêka îyazadîya sîyasî lê tu guhertin çê nebû û li dijî rêkberîya
sîyasî wek ku bavê wî qeydên sîyasî danîbûn, wî jî danî û bi rengekî xurttirîyîy.
Di Adara sala 2011ê de li Sûrîyeyê şerê niha bi xwepêşendanên aştîyanî îydest pê kir
ku di destpêkê de xwestekên wan;îyguherîna demokratîk, rakirina qanûnên awarte,li
ber partîyên sîyasî vekirina rêya keysan îypêşîya îyîyji bo îypêşbirka partîya Be’sê ya
desthilatdar). Bi firehbûna xwepêşendanan li piranîya bajaran, Serek biryar da ku
êrîşeke hovane bi mebesta belavkirina kombûnên ku ji alîyê alavên ragihandinê yên
navdewletî ve çavdêrî li ser wan dihat kirin, ji ber vê yekê li hemû bajarên Sûrîyeyê
şer zû berfireh bûîy. Di nava sala 2012ê de û heta îydawîya vê salê, bi tevahî şer di
navbera xwepêşendêran û hikûmetê de bi rûbirûyên leşkerî bû. Di nava sala 2011ê de,
hikûmetê pir kesên ku wek Îslamîyên tundrew dihatin naskirin ji zindanan azad
kirin,giregirên ji Sinnîyan yên ku pişt re di Cebhet El Nusrayê û rêxistina DAÎŞê de
bûn serkirde DAÎŞû hin rêberên çekdar ên ku rola wan hebû ku rêkberîya sîyasî bi alî
îyÎslamîyetê ve bibin hebûn. SerekSerek Beşar El Esed û partîya xwe metirsîyên tîreyî
bo xizmeta xwe bi kar anîn, ku wî gelek caran got “ew şerê komên çekdarî yên Îslamî
dike yên ku tevlihevîyê dixin navbera tîreyan.
Piştî pênc sala ji şerî, misilmanên Sinnî xwe gihandin biryarekê ku misilmanên Şî’î û
îyElewîyên bi rêjîma Esed ve girêdayê ne û ji alîyekî din ve Misilmanên Şî’î û Elewî
û Fileh ditirsin ku bi hilweşandina rejima Esed re bi destê DAÎŞê û komên çedar e
werin kuştinEsed.
Encamên cuda pir bûn; bi beşdarbûna gelek îyalîyên navneteweyî û wekî din jî
zedebûna îyalozîya etnîkî û mezhebî li hemû bajarên Sûrîyê çêbû, ji alîyekî din ve jî ji
Alîyê Hîzbullaha bi Îranê ve girêdayî û ji alîyê Emerîkayê wek grûbeke terorîst tê
binavkirin ve ji leşgerên rêjîmê re alîkarîya leşgerî hat.Dezgehênê, dezgehmafên
mirovan sembolên tîreyî yên Hîzbullahê li dijî misilmanên Sinnî belge kirin, ji bilî
wilo jî, agirbest û giftûgoyên ji hêla Îran û Hîzbullahê ve tên birêxistinkirin ku
koçkirina misilmanên Sinî bi Bakurê Sûrîyeyê hesan kirin, herweha yên Şî’îî berê
xwe dan Şamê. Rusya xwe avêt nav kirîza Sûrîyeyê, înkar dike ku navê şerê niha li
Sûrû dike (şerê pîroz) û wêneyên serkêşên Ortodoks ên hatine kişandin ku li Sûrîyeyê
avêtina bimbeyan îypîroz dikin. Endamên rêkberîya çekdar û tundrewên Çeçen, di
yek astê de kir ta ku bê rewatîyê ji wan bistînin. Ji bilî wilo jî ji Eylûla 2015ê de 2000
penaberan bi tenê 12000 kesmafê îqametê sitandin û hawiha rêkberîya sîyasî ji gelek
welatên wek Si’ûdî, Qeter û Tirkîyeyê alîkarî sitandin îyîyku rekberên çekdar kontrol
bikin. Gelek ji van komên çekdar dadgehên Şerî’etê ava kirin û qanûnên Îslamî yên
wek qedexekirina firotin a vexwarina alkolê ferz kirin.
Rêkberîya sîyasî nikarîbû ku kêmjimarên tîreyî nêzîkî xwe bike. Tevlî ku ne alîgirên
rêjîmê ne jî, Kurd, Fileh û ûDirzî dûrî operasyona sîyasî kirinAlîgir. Tevlî ku li wan
ne hat zorkirin ku ji malên xwe koçber bibin lê xwe dûrî dezgehdezgehên Îslamî
dikirin û cilên Îslamî li xwe dikirin ta ku ne di bin çavan de bin. Rêxistina DAÎŞê êrîşî
Alîgiralîgirên irêjîmê kirin û herweha yên êrêkberên rêjimê. Di sala 2014ê de gelek
bajar ketin bin kontrola DAÎŞê lê di sala 2015êê de gelek ji bin destê wan derketin,
%10 heta 20ê deverên Sûrîyeyê ji destê wan derket û gelek bîrên petrolê û bingehên
leşgerî jî. Tevlî hevpeymanîya navdewletî ya ji îyalîyê êEmerîkayê, rêxistina DAÎŞê
kontroleke hovane ye, di raportên mafên mirovan yên îyÎsma’îlîyan û Fileh û
Misilmanan de xwîya dike çawa îyzordarîyên li dijî mafên îyêmirovatîyê yên wekî
serjêkirinê, destdirêjîyê, revandinê û helwişandina mizgeft û dêran dikin. ).
Şerê ku bêhtirî 5 salan dewam kir, krîzeke mirovahîyê ya tund çê kir, jimara
îykuştîyan bû bêhtirî 250.000,li gorî gelek jêderan; di nava 2016êê de li gorî
îyKomîserîya Bilind a Neteweyên Yekbûyî ji bo Penaberan 4,7 milyon penaberên
Sûrîyeyî li welatên hawirdora Sûrîyeyê çêbûn, bêhtirî 6,5 milyon wendayî û bê war li
hundirê Sûrîyeyê ne û bêtirî 140.000 zarok bê nasname îybûne/welidîne, ev jimara
mezin li ser welatên hawirdor bûye barek û alozîya tîreyan zêde dike.
Berî şerê 2011êê de, Sûrîyê welatekî ji grûbên dînîdînî yên cûr bi cûr bû, li gorî
jimartina fermî ya hikûmeta Sûrîyeyê, Hikûmeta Emerîkî dibêje ku dîmografyaya dînî
ya dewletê berî şer wiha bû: %87mısilman (%74Sinne, %13Elewî, Îsma’îlî û Şî’î),
%10 Fileh, %3 Dirzî. Û jimareke kêm Cihû li Şamê û Helebê. Li gorî texmînên din
ên 2010ê kêmbûnek heye %92,8 Misilman, %5,2 Fileh û %2 bêdîn in. Grûbên din
kêmî %0,1 bûn.
Mercên Azadîya Dînî 2015-2016
Binpêkirina Rêjîma Esed û Alîgirên wî: Li gor komên mafên mirovan, rejîma Esed û
hevalbendên wî; Rûsya û Hîzbullah, bi piştgirîya Îranê, taxên îywelatîyên sivîl, bazar,
nexweşxane û dibistanên misilmanên Erebên Sinnî di rêza yekê de dikin mebest.
Neteweyên Yekbûyî bi dewletên endam, di nav wan de Dewletên Yekbûyî yên
Amerîkayê derxistin ber çav bikaranîna tecawiz û kuştinên ji derveyî qanûnê, xelayî,
segvanan û îşkence li ser destê rejîma Esed û hêzên li dora wî bi tenê ji bo parastina
desthilatdarîyê. Tevlî wî awayî jî, yekîneyên leşkerî yên bi navê çete tên naskirin û
anha bi navê hêzên parastina neteweyî (HPN) tên naskirin bi xesb û talan, revandin û
kuştinên bê darazîsûcber kirin û dîyar kir ku (HPN) wekî grûbgrûbên mafya tên
naskirin, wek hêzên parastina Îranê El Besîchatine avakirin yên ku bêhtirê endamên
wan Şî’î û Elewî ne (jin jî hene). Li gor Tora Sûrîyeyê ya Mafên Mirovan, rejîma
Sûrîyeyê di dema 2015ê de bêtirî ji 12.000 kesên sivîl kuştine û hêzên Rusyayê 832
kesên sivîl kuştin, ê de, 6909 kes hatin girtin, di nav wan de 452 zarok bûn, di bin
îşkenceyê de 1546 kes jîyana wan ji dest çû. Li gorî gelek jêderan, rêjîma Esed 64
caran kîmyewî bi kar anîye, û di sala 2015êê de 166 bi kêmanî bargehên dînî kir
mebest û %5063 bargehên dêran kir mebest, ji sala 2011êê de li gorî jêderên cûr bi
cûr, gelek ji endamên tireya fileha bûn qurbanên hikûmeta Sûrîyê, û ji sala 2011ê
deve 50 kes ji wan bi kêmanî hatine kuştin, û 450 kes girtîyên zindanan mane jimar
nehatîye teqezkirin, êrîş hat kirin navendên Filehan ên dezgehdezgehên îyalîkarîyê û
grûbgirûbên alîgirên demokrasîyê. Ji nav girtîyan û qurbanan di warê mafên mirovan
de kar dikirin û mezinên dînan de pirr çalakvanên berbiçav hebûn.
Binpêkirina Rêxistina DAÎŞ ê: Rêxistina DAÎŞê cudahîyê naxe navbera grûbên
etnîkî û tîreyî di hewildanekê ku dest deyne ser axê û ji bo parastina desthilatdarîyê,
bingeha desthilatdarîyeke hovane damezirand, qanûna Şerî’eta Îslamî bi tundî li ser
teva bi kar tînin, û bi vî rengî serekeyên qanûnî û pîvanên mafên mirovan yên
navdewletî bin pê kir. Ji sala 2014ê de bêhtirî 7 rojnemevanên ne Sûrîyî kuştin, ji
wan rojnemavanên Emerîkî James Foley, Kayla Mueller. Li gorî tora Sûrîyeyê ya
mafên mirovan li Sûrîyê ji sala 2014ê de bêhtirî 5800 kes bi destê DAÎŞê hatine
kuştin, %97 bi kêmanî ji musilmanan e. Di raportan de hate ragihandin ku DAÎŞ,
bêhtirî 100 kes ji kêmjimarên dînî kuştin, %50 ji wan Fileh bûn, tevlî wê yekê, di
2014ê de rêxistina DAÎŞê 450 Fileh revandin û bi rengekî daîmî bi ûgrûbên her carê
10-20 kes piçûk, bi rêya giftûgoyan di navbera DAÎŞ û ‘êlên Erebên Sinî de ew
berdan DAÎŞ, lê hema hema 150 êsîr man.
Rêxistina DAÎŞê rêberên navdar ên Filehan revandin, yek ji wan rêberan keşe Paolo
Dall’Oglio bû. Êrîşî hemû mizgeftan û dêran kirin yên ne sunnî li derên bin kontrola
wan de û ew girtin û avahî bi tevayî hildiweşandin yan jî dikirin avahîyên îdarî yan jî
dikirin bingehên leşgerî yên DAÎŞê. Gelek piştrastî hene dibêjin ku, DAÎŞ û hin
grûbên din ên tundrew dest danîn li ser deverên şûnwarên Xiristîyanî û di bazara reş
de wan firotine. Komîsyona azadîya dînî ya navdewletî dît ku rêxistina DAÎŞê li
derên bin kontrola xwe de li dijî Xiristîyan, Êzîdî, Şî’î, Turkmen û Şebek li dijî
mirovahîyê li dijî van koman û komên din komkujî kirine. Piştî dema heyama raporên
di 17ê Adara 2016ê de, John Kerry-yê Wezîrê Derve di nirxandina xwe de da zanîn
ku DAÎŞ berpirsê komkujîya li dijî komên li herêmên di bin kontrola xwe de ye ku tê
de Êzîdî, Fileh û Misilmanên Şî’î û ew berpirsa tawanên li dijî mirovahîyê ye paqijîya
etnîkî ya li dijî van komên heman û di hinek rewşan de li dijî Misilmanêr Sinnî, Kurd
û kêmneteweyên din jî.
Grûba Rêkberîya Çekdar: Li gor cîhwaran mercên azadîya dînî tên guhertin. Hin
raport radigihînin ku bi kêmanî 228 komên çekdar hene, Enîya Nusre û komên bi ser
ve û dijberîya nerm a serbixwe û li ser Emerîka tê jimartin. Lê ne hemû grûb di yek
astê de pê li azadîya dînî kirin, hema li Idlib û Helebê ku Anîya Nusre bihêztirîn
grûbe, kêmnetewe nasnameya xwe ya dînî vedişêrin,wek nimûne; Fileh araqê
nafiroşin û cilê Misilmanan li xwe dikin, digel ku kesî ew mecbûr nekirine ku malên
xwe bihêlin. Hin komên çekdar wan kiryarên çekdarî bi kiryarên kesane bi nav dikin
û serekatîya grûban piştgirîya wan kiryaran nake. Wek nimûne, di Temûza 2015ê de,
piştî ku Artêşa Fethê dest danî ser Idlibê, şer di navbera gundîyan û Enîya Nusreyê de
bûbû egera kuştina 12 neferan ji Durzîyên ku bi ser rêjîmê ve dihatin tawanbarkirin.
Welîd Canpolad wek rêberê Durzîyên libnanê, karîbû navbeynîyê di navbera her du
grûban de bike, êdî Enîya Nusreyê kuştina wan Durzîya bi leşkeran vekir û ew ceza
kirin. Bûyerek din ku hema hema hemû dezgehên ragihandinê di Çirîya Pêşîn a 2015ê
de belav kirin, grûbgirûba çekdar Artêşa Islamê 700 leşkerên Elewî û malbatên wan li
Xûteya Şerqî xistin 100 qefesan. Wê grûba han digot bi kar anîna Elewîyan wek
mirtalên zindî meqbûl bû, ji ber bûn egera ku bi sed hezaran sivîl bên parastin di bin
dorpêç û lêdana firokeyên asmanî yên rêjîma Esed. Lê ji ber zexta navdewletî, di roja
din de Elewî hatin rizgar kirin.
Grûbên Rêkberîya Siyasî: Di hemû Sala 2015ê de, temsîla kêmjimaran di opozîsyona
Sûrî de pir hindik bû ji alîyê Emerîka bûye nûnerê gelê Sûrîyê).
Kêmanîya malî (pereyan) û sibêroja ne dîyar berdewam kir û şer û pevçûnên navbera
gelê Sûrîyê de bû sedemek ku nikarîbû berjewendîyên milet tevî biparêze û bi taybetî
yên kêmjimarên dînî. Di Oktober a 2015ê de Tîma navnetewî ya piştgirîya Sûrîyê, ku
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê tê de ye ji bo pêvajoya Vîennayê hate dest pê
kirin, ev operasyona sîyasî dixwest ku gelê kêmjimarên dînî (etnîkî, tireyên dînî) tevlî
giftûgoyan bi rêjîma Esed re bikin.
Grûbên Kurd: grûba leşkerî ya Kurd, ku bi navê Hêzên Parastina Gel tê nas kirin, li
dijî DAÎŞ karîbû bibe baştirîn hêz. Li gel wê yekê jî, ji alîyê rêxistinên mafê mirovan,
çi HPG û çi jî rêberîya Kurdî li herêmên kurdan ên ku otonomî ragihandine li bakurê
Sûrîyeyêbi wêrankirina malên Ereban û Turkmenan û ji erda Kurdistana Sûrîyeyê
berdana xelkên ne kurd û qedexekirina vegera wan hatin tawanbarkirin, lê rêberîya
herêmên Kurdî ew tawan inkar kir û wêran kirina malan di encama şerê YPG li dijî
DAÎŞê an di encama firokeyên asmanî yên rêjîmê de da nasîn, her wiha înkar kir ku
xelk vegerin ser milk û malên xwe.ji bilî malbatên ku têkilîyên wan û DAÎŞê bi hev re
hene.
Sîyaseta Emerîkayê
Di 18ê Tebax a 2011ê de bi tenê piştî pênc mehan ji destpêka şerê li Sûrîyê, Serek
Obama ji Esed xwest ku xwe ji desthilatdarîyê bide alî, biryareke birêvebirîyê weşand
ji bo rawestindina hemû hebûnên hikûmeta Sûrîyê di cih de bin berpirsîyarîya
dadwerîya Emerîkayê û zorî danî ser hemwelatîyên Emerîkî ku tu dan û stendinê bi
hikûmeta Sûrîyê re nekin. Di sala 2012ê de, balyozxaneya xwe ya li Şamê de girt û di
Adara 2014ê de biryara girtina balyozxaneya û konsolosxaneyên Sûrîyeyê yên li
Emerîkayê. Di Dîsembera 2012ê de, Hikûmeta Emerîkayê wekî nûnerê gelê Sûrîyeyê
pênasîn bi hemahengîya niştimaniya Sûrîyê kir û di Gulana 2014ê de pênasîna bi
ofîsên hemahengîyê kir wek şandên diplomasî yên derve Li Waşingtonê, lê nebû
nûnerek fermî.
Ji sala 2011ê ve, ji bo gelê Sûrîyeyê û welatên hawîrdor yên bi krîza Sûrîyê re alîkar
in bêhtirî 4.5 Milyar Dolar piştgirîya darayî pêşkêş kir wekî alîkarîyên mirovahî. bi
tenê di sala 2015ê de 1.6 milyar Dolar. Piştgirîya darayî ji bo karê wezareta Emerîkî
ya derve û ajansa geşepêdana navdewletî, komîteya navdewletî ya Xaça Sor, dezgeha
navdewletî ya penaberan, UNICEF, Ofîsa Koordînasyona Karên Însanî ya Emerîkayê,
Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê ya Emerîkayê, Bernameya Bipêşveçûnê ya
Emerîkayê, Komîserîya Bilind a Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Penaberan (UNHCR) û
herweha rêxistinên din ji hewldanên ku Emerîka piştgirîya wan dike, rahênanên ku ji
civaka sivîl re pêşkêşkirî ne, sazkirina hêza encûmenên xwecihî, piştgirîya tenduristî û
bijîşkî, projeyên fêrkirinê, piştgirîya psîkolojî, çaksazkirina cîgehan û geşepêdana
çavkanîyên rûzînê.
Emerîkayê banga dewamkirina çareserîya krîza Sûrîyeyê kir, , di prosesa Vîyenayê
ya Oktobera sala 2015ê de hate bangkirin, tîma navdewletî ya alîkarîya Sûrîyê, di
hundirê vê prosêsê de; Komkara Dewletên Erebî, Çîn, Misr, Yekîtîya Ewrûpayê,
Fransa, Elmanya, Îran, Îraq, Îtalya, Urdin, Libnan, ’Uman, Qeter, Rusya, Siudîyê,
Tirkîye, Yekîtîya Mîrîtîyên ‘Ereban, Îngîltere, Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê. Di
dawîya demeke ku di raporê de, tîma navnetewî ya alîkarîya Sûrîyê di Oktober û a
2015ê de û Sebata 2016 ê de. Ji vê prosêsê daxwîyanîya Vîyêna derket, ev belgeyeke
ku di çarçoveya pêvajoya derbasbûna sîyasî ye û ji alîyê Sûrîyê bê îdarekirin li gorî
daxuyanîya Cenevreyê ya 2012ê.
Emerîka rêberîya koalîsyona li dijî DAÎŞ ê dike ku jê re dibêjin pêvajoya çareserîya
radîkal, ku ji 65 welatan e ku ew; Awistiralya, Behreyn. Keneda, Fransa,
Urdin, Si’udîye, Tirkîye, Yekîtîya Mîrîtîyên ‘Ereban û Îngîltere. Koalîsyonê bêhtirî
10.000 lêdanên asîmanî ji wan 3.500 lêdan bi kêmanî li Sûrîyê, bêhtirê wan lêdanan
Emerîka bi kar anî. Di Çileya 2016ê de, mesrefa giştî ya operasyonên li dijî DAÎŞê bû
6 milyar Dolar. Di Cotmeha sala 2015ê de Serek Obama da zanîn ku 50 leşker ji
hêzên operasyonên taybet ji bo fêrkirin û hêzên ji bo şerê DAÎŞê belav kir, lê rola
sereke nake di şer de, biserketina ku operasyonê kir, revandina DAÎŞê ji Girê Sipî û
Kobanî her du bajarên Sûrîyeyê yên li ser sînorê Tirkîyê. Piştgirîya asîmanî ji
Emerîkayê û hevpeymanên wê ji bo Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li bajarên bin
kontrola Kurdan de li Hesekeyê, astengî xistin pêşya DAÎŞê ku rê li pêşîya xwe fireh
bike li bakûrê Sûrîyê, tevî ku DAÎŞ karibû bike berêya lêdanên asîmanî.
Şîret
Ji sala 2011ê ve, hemû komên mezhebî û etnîk li Sûrîyê, awayên cuda yên zilm û
zordarîyê dîtin; wek Fileh, Dirzî, Şî’î, Misilmanên Sinnî, Elewî û Turkmen.
Bêhtirî 13,5 Milyon kesan li Sûrîyê muhtacî alîkarîya mirovahî ne. Parastina mafên
mirovan û azadîya dînî gelek astengîyên taybetî dibînin. Komîta Emerîkî ya azadîya
dînî ya navdewletî şîret dike ku çareserîya krîza Sûrîyê dewam bikin, ku gereke
Hikûmeta Emerîkayê şîretê li komîteyê bike ku gerek e Sûrîye wekî “welatekî
xwedîçavdêrîyeke taybet” bê binav kirin, jiber vê yekê ji Hikûmeta Emerîkayê tê
xwestin ku:
Şermezarkirina çewisandina hovane û tawanên ji alîyê rejîma Esed ve li dijî
mirovahîyê, li dijî Misilmanên sunî û yên din, û ji welatên din jî bê xwestin ku
bi pey wê bikevin.
Zextê li Konseya Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî û welatên endamên wê ji
bo cîbicîkirina biryarên pesendkirî bi tevahî bi cîh bînin, di nav wan de
biryarên Konseya Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî 2118 a bêçekkirina
çekên kîmyewîyên Sûrîyê de û 2139 banga ji bo hatina rêxistinên alîkarîya
mirovî ji bo herêmên dorpêçkirî û ji bo bidawîbûna ji bo bikaranîna bermîlên
teqemenîyê. Û 2165 li seranserê xetên şer pejirandina li ser gihiştina însanî.
2209 ji bo ku dawî li bikaranîna bombeyên Vîrkon û 2254 rawestandina şerî –
agir û nexşeya ji bo aştîyê li Sûrîyê).
Dewamkirina ji bo banga ji bo lêpirsînê ji DCN-ê (Dadgeha Cezayê ya
Navdewletî) tawamên ku bi destê rejîma Esad bûn, wek ku tên bikaranîn di
Sudan û Lîbyayê.
Bang ji bo piştgirîya xebatên ji bo ku Konseya Ewlekarîyê bigihînin
Neteweyên Yekbûyî ji Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî ji bo lêkolîna
binpêkirinên mafan yên rêxistina DAÎŞê li Iraq û Sûrîyê li dijî kêmanîyên
etnîk û dînî kirin.
Zextê li koalîsyona navneteweyî ya ji bo rûbirûbûna DAÎŞê bikin di civînên
dewrî de û berdewameya kar ji bo parastina kêmanîyên etnîk û dînî, di nav de
zêdetirîya alîkarîya mirovî bi lezgînî û piştgirîya demeke dirêj li welatên
mazûvan ji bo wan kesên ku dixwazin vegerin welatê xwe, piştî ku şer bidawî
dibe.
Misogerî bo hebûna azadîya dînî û cûr bi cûr bûna dînî ku xala sereke be di
pêvajoya Vîyana de be, di rêya piştgirîya hemahengîya neteweyî û rêkberîya
Sûrîyê û hemû alîyên danûstanên din ên alîyê tîma navdewletî ya alîkarîya
Sûrîyê ku komjimarên etnîkî û dînî bikin nav xwe, ev jî divê li ser tîma
navneteweyî be ji bo piştgirîya ji Sûrîyê ne, perwerdeya ji bo tîmên ku
gotûbêjên standardên navneteweyî yên mafên mirovan.
Misogerî ku planên hikûmeta Emerîkayê ji Sûrîyê re piştî şer” ji bo tevahîya
hikûmetê be”, Di nav de bibe ber çavan jî pirsgirêkên bi azadîya dînî û mafên
mirovan ve girêdayî, û ji bo Komîsyona Azadîyê ya Dînî ya Navneteweyî û
pisporên din jî li ser van mijaran li hikûmeta Amerîka li ser bê dayîn.
Destpêkirina hewldanên di navbera ajansên têkildar ên Emerîkayê, dezgehên
civata sivîl, û birêveberîyê di nava koalîsyona global ji bo rûbirûbûna rêxistina
Siudîyê bi fînansekirina û bipêşvebirina bernameyên ku piştgirîya xweşbînîya
di navbera dînan de û di hundirê wan de û kêmbûna alozîyên tîreyeyan û
rûmetkirina azadîya dînî û mafên mirovan li welatên mazûvan Urdin,,
Tirkîye,, Libnan, Misr û amadekirina Sûrîyeya nû ya piştî şerî.
Derbestdarîya bi bicihkirina 100.000 penaberan li Emerîkayê bi şertê ku li
dokumentên wan bê kolan û pêşengahîya deynin li gorî astên zirar bo alîkarîya
kesên ku bi rastî xeterên mezin li ser wan hene, û piştrastkirina Emerîkayê bo
berpirsyareya wê ji bo ku hewldanên ji bo dawî li vê qeyrana însanî û ji bo
piştgirîya hikûmetên li Rojhilata Navîn û Ewrûpayê ku bi mîlyonan penaberên
Sûrîyê bi cîh kirine.
Bicîhkirina îmkanên têr li wezareta parastina nîştimanîyî û dezgehên din ên ku
daneyên şexsî yên penaberan qeyd bikin, û ji bo destûra van dezgehan bibe bo
çareserkirina daxwaz di cî de û tetbîqkirina kontrolên ewlekarîyê bo
hêsankirina cihkirina penaberan li Emerîkayê bêyî ku zirar bigihê Ewlekarîya
neteweyî ya Emerîkayê.
Hewildana ji bo derxistina lêbuhurîna kesên Sûrîyê yên piştgirîya komên
rikberîya çekdar li dijî rêjîma Esed yan yên ku piştgirîya grûbên terrorîst kirin
bi zorê, ji pêwîstîya ne “piştgirîya madî” di qanûnê koçberî Amerîkayê heyî, û
bernameyên bernameya bi rengekî rast bi rê ve here ta ku ew kesên ji
metirsîyên Esed û DAÎŞ direvin bê behir ne bin.
Divê Kongreya Amerîkî bi van xalan rabe:
Naveroka mercên fatoreyên bidestkirî yên darayî yên programên girêdayî û
wezareta derve û operasyonên bîyanî di sala 2017ê de, dê keysê bide hikûmeta
Emerîkî ku pereyên alîkarîyen diravî di rewşên tevkujîyan yan tawanên li dijî
mirovahîyê pêşkêş bike, yan jî di tawanên cengê yên ku ji dadgeha tawanan a
navdewletî re pêşkêş bûne li ser bingeha ku her yek ji wan ji ya din cuda be, û
dema ku ev pêşkêşkirin bo berjewendîya niştimanî be.