
Rêxistina mafên mirovan a Efrîn- Sûriyê bîlançoya sala 2022’yan ya binpêkirinên dewleta Tirk a li dijî Efrînê ragihand.
Rêxistin aşkere dike ku di nava salekê de 578 kes li Efrînê hatine revandin û zêdetirî 36 hezar darên Efrînê jî hatine birîn.
Ji 18 adara sala 2018’an ve piştî ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bajarê Efrînê dagir kirin, ji wê demê ve bênavber li dijî gelê Efrînê binpêkirinan pêk tînin.
Rêxistina mafên Mirovan a Efrîn Sûriyê bi daxuyaniyê sucên dewleta Tirk ên di nava sala 2022’yan de aşkere kir.
Li gorî rêxistinê di nava sala 2022’yan de çeteyên ser bi Tirkiyê ve, 578 kes li Efrînê revandine ku di nava wan de 49 jin û zarok jî hene.
Her wiha li Efrînê çeteyan gelek kes bi awayên hovane kuştine ku di nava salekê de 35 kes hatine kuştin û herî dawiyê parêzer Luqman Henan bû.
Xwezaya Efrînê jî ji binpêkirinan bêpar nemaye û li gorî amarên ku rêxistinê belge kirine zêdetirî 36 hezar dar hatine birîn û bi dehan hîktar jî hatine şewitandin.
Her wiha zêdeyî 16 avahiyên mêtingerîyê ji bo çeteyên hawirde hatine avakirin, di demekê de ku Efrîn bi piranî ji niştecihên wê yên resen hatiye valakirin.
Li aliyekî din 9 cihên dîrokî hatine têkdan û Mezarê Şêx Mûs û Mezara Êzdiyan a li gundê Basûfê bi temamî hatine jinavbirin.
Di heman demê de çeteyan gelek malên Efrîniyan jî desteserkirine û weke navendên leşkerî û girtîgehan bi kar tînin.
Rêxistina mafên mirovan a Efrîn- Sûriyê bang li civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan dike ku li hemberî vê trajediyê tevbigerin.